22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

Hate ragihand ku hêzên YRK’ê li gundê Digaga ya ser bi navçeya Sewawa de li baregeha supayê pasdaran a bi navê ‘Osman Firîşte’ tê naskirin da û di encamê de baregeh bi qasî du saetan xiste kontrol xwe.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hêzên YRK’ê yên ser bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li dijî Baregeha Soman Firîşte ya ser bi gundê Digaga ya ser bi navçeya Sewlawe çalakiyeke xurt li dar xistiye.

Hate ragihandin ku gerîlayên YRK’ê bi qasî du saetan baregeh xistine jêr kontrola xwe û gelek çekên giran (doşk, hewan) tine kirin. Li aliyê din jî hinek wesayîtên leşkerî jî tine kirine.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse