Cenazeya Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mizgîn Kurdo ya ku di sala 2024‘an de li Minbicê şehîd bibû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê hate veşartin.
Şêniyên bajarê Qamişloyê ji bo oxirkirina cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mizgîn Kurdo ya ku 8‘ê Çileya 2024‘an li Minbicê şehîd bibû, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan kom bûn û merasîmek hat lidarxistin.
Merasîma ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat birêxistinkirin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Neda Samî Ferman axivî û anî ziman ku şehîdan wateyên herî mezin fedakariyê nîşan dan, di rêya welatan de bedel dan, şehîd dê nîşaneya serketinê û jêdera îlhamê ji bo nifşan re bimînin.
Çavkanî: ANF Kurmancî