Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 276’an di roja 1190’an de didome.
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 227’an di roja hezar û 190’an de didome.
Dewrgirtina çalakiya nobetê li Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna gel û bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 226’an Qeder Nêrwehî daxuyaniyek xwend.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî