Bi navê Ellah Teala yê Bexşende û Mihrîban
Di vê serdemê de, mijara ziman û nasnameya gelan bûye yek ji mijarên ku gelek tê gotin û tê nivîsandin.
Carinan ev mijar bi hest û hisan tê nîqaşkirin, carinan jî li gorî berjewendiyên siyasî tê nirxandin. Ji ber vê yekê,
gelek caran heqîqet di nav gotinên dijber de winda dibe û pirsên herî giring bêbersiv dimînin.
Qur’ana Pîroz di vê mijarê de çi dibêje?
Ev rîsale ji bo bersiva vê pirsê hatiye amadekirin. Armanca wê ne parêzvaniya ramaneke siyasî ye û ne jî bangewaziya neteweperestiyê ye. Armanca wê ew e ku mijara ziman, nasname û cudabûna gelan tenê bi pîvana Qur’ana Pîroz were nirxandin.
“Afirandina ezmanan û erdê û cudabûna ziman û rengên we ji nîşaneyên Wî ne. Bi rastî di vê de ji bo yên
zana gelek nîşan hene” (Er-Rûm, 30:22).
Ev ayeta pîroz bingeha rastiyekî mezin e ji wan rastiyên ku Qur’ana Pîroz nîşan dide: cudabûna zimanan û rengan
ne encama tesadufê ye û ne jî pirsgirêkek e ku divê were rakirin. Berevajî vê, ew ji nîşaneyên hîkmet, qudret
û afirîneriya Ellah Teala ye.
Di Qur’ana Pîroz de, gel, ziman û cudabûna mirovan ne wekî pirsgirêk tên pêşkêşkirin. Berevajî vê, ew wek
nîşaneyên afirîneriya Ellah Teala tên nasîn. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku em vê mijarê ne li gorî şert û mercên demê, lê
li gorî pîvanên ku Qur’ana Pîroz danîne binirxînin. Di van rûpelan de em ê hewl bidin ku bersiva hin
pirsên bingehîn bibînin: Cudabûna gelan û zimanan di nîzama Rabbanî de çi cihî digire? Maf û berpirsiyariya
mirov li hemberî zimanê xwe çi ye? Parastina ziman û nasnameyê çawa dikare bêyî zilmê, bêyî kîn û bêyî tunekirina
mafên yên din were pêkanîn? Hem jî berpirsiyariya her nifşî li hemberî vî emanetê çi ye?
Hêviya me ew e ku ev rîsale xwendevan nêzîkî pîvanên Qur’ana Pîroz bike; ne tenê zanîna wî zêde bike, lê di
heman demê de hesta berpirsiyariyê jî di dilê wî de zindî bike. Çimkî dema heq bi zanîn, exlaq û dadmendiyê were
parastin, ew ji bo hemû mirovan dibê sedema aştî, biratî û aramiyê.
Çavkanî: Çandname