22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

Rejîma Îranê li Urmiyê girtiyê siyasî yê berê Şîrvan Suleymanzade û li Sinê xwendevanê dibistana amadeyî Diyarî Abdî binçavkirin û revandine cihekê ne diyar.

Rejîma Îranê zext û êrişên xwe yên li ser rojhilatê Kurdistanê roj bi roj didomîne. 19’ê Cotmeha 2026’an welatiyê bi navê Şîrvan Suleymanzade (27) yê ji bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê hate binçavkirin û Şîrvan revandine cihekê ne diyar.

Li gorî agahiyên ji heremê Şîrvan Suleymanzade di sala 2019’an de jî bi hinceta “endamê partiyên Kurdistanî” hatibû girtin û 5 salan di girtîgehê de mabû.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse