Li gundê Alyawa yê Kerkûkê rûxandin dest pê kirin. Xaniyên zêdetirî 70 malbatên Kurd di bin gefa rûxandinê de ne. Şêniyên gund ên ku bertek nîşanî neçarkirina koçberiyê dan, dixwazin rûxandin werin rawestandin.
Li gundê Alyawa yê li ser rêya sereke ya Kerkûk-Dubizê ye di çarçoveya projeyeke nû ya xanî û veberhênanê de dest bi rûxandina dikan û kargehên bazirganî hat kirin. Hat diyarkirin ku di qonaxên pêş ên projeyê de tê plankirin ku zêdetirî 70 xanî bên rûxandin.
Gundiyên ku berê ji cih û warên xwe hatibûn derxistin û di salên 2011-2012’an de di çarçoveya madeya 140 a Destûra Bingehîn a Iraqê de bi biryara Komîsyona Koçê li herêmê hatibûn bicihkirin, diyar kirin ku ji nû ve neçarî koçberiyê tên kirin. Gundiyan destnîşan kirin ku tazmînata bi qasî 2 mîlyon dînarê Iraqî ya ku ji aliyê rêveberiya xwecihî ve hatiye pêşniyarkirin têrê nake û xwestin rûxandin demildest werin rawestandin.
Çavkanî: ANF Kurmancî