Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Sebahat Bîçer diyar kir ku li girtîgehan nêzî 400 girtiyên nexweş hene, rewşa 180 ji wan giran e û got, “Yek ji gavên destpêkê yên dewlet biavêje divê berdana girtiyên nexweş be.”

Li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan ên li hemberî girtiyên nexweş dewam dikin. Astengiyên li pêşiya dermankirinê, derengxistina veguhestina ji bo nexweşxaneyê û bernedana girtiyên bi nexweşiya giran li ser mafê jiyanê yê girtiyan gefek e. Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Sebahat Bîçer li ser binpêkirina mafên mirovan ên li hemberî girtiyên nexweş ji ajansa me re axivî.
Çavkanî: ANF Kurmancî