23 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

PFDK’ê ceza li Amedsporê birî

Diyarname
Hefteya dawî Amedsporê li mala xwe tîma Konyasporê kir mêvan. PDKF’ê (Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbola Profesyonel) ji ber li stadê li ser derenceyan jî tije temaşevan bûn û ev bû sê car heman tişt dibe 350 hezar TL cezayê pereyan li Amedsporê birî.

PFDK her hefte lîgan dinirxîne û li gor wê biryaran dide; lê hefteya ku ceza li Amedsporê nebirîbe tune ye.
Li aliyê din saziyê ji ber bûyerên ku alîgirên Konyasporê derxistin jî 280 hezar TL ceza li Konyasporê birî.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse