12 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

Hişyar Ozsoy anî ziman ku hikumet hewl dide pêvajoyê bixe binê kontrola xwe û diyar kir ku pêvajo hîn işaretê bi veguherîneke stratejîk nake, pirsgirêk ew e ku dewlet wê bi Kurdan re têkiliya tifaq û aştiyeke mayinde bike yan na.

Nîqaşên li ser paşeroja Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dewam dikin ku li gel hevsengiyên siyasî yên navxweyî yên Tirkiyeyê yek ji ser sernavên girîng ên dîplomasiya navneteweyî û bûyerên herêmî ye. Dr. Hişyar Ozsoy aliyên siyasî û dîplomatîk ên pêvajoyê ji ANF’ê re nirxand.

Ozsoy diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelekî hêdî dimeşe û got, “Hikumet vê pêvajoyê gelekî hêdî dimeşîne. Ji bo gavekê biavêje pêwîstî bi zexteke mezin heye. Lê belê hingî gaveke gelekî biçûk diavêje. Piştre welê li pêvajoyê tê ku weke ku xitimiye xuya dike. Hewl dide pêvajoyê di bin kontrol û înîsiyatîfa xwe de bimeşîne. Pêvajoya heta niha bi giranî bi gavên bi sebir û israr ên aliyê Kurd meşiya.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse