Li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê, di êrişa fuzeyan de ya li ser balafirgeha navneteweyî ya Qrali Xalid 12 kes mirin, 309 kes birîndar bûn. Êriş weke êrişa herî kujer a 10 salên dawî hate pênasekirin.
Hate ragihandin ku Hûsiyên li Yemenê roja Şemiyê bi fuzeyan êriş birin ser Balafirgeha Navneteweyî ya Qral Xalid a li paytexta Erebistana Siûdî Yemenê. Li gorî bîlançoya ku ji aliyê rayedarên hewakariyê ya sivîl ve hate ragihandin, herî kêm 12 kes mirin, 309 kes jî birîndar bûn. Karên li balafirgehê hate rawestandin. Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye.
Zêdebûna êrişên li ser Riyadê yên rojên dawî kir ku şerê li Rojhilata Navîn ê beriya 8 mehan destpê kir bigihêje asteke bilind.
Çavkanî: ANF Kurmancî