11 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Li Sengaw 2 kes ji ber nêçîrê hatin binçavkirin

Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê ragihand, li gundê Hesen Kenuş a ser bi bajaroka Sengaw, 2 kes bi tometa nêçîra ajel û balindeyên kuvî hatine binçavkirin.

Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê, di daxuyaniyek de ragihand ku hêzên wan li gundê Hesen Kenûş a ser bi bajaroka Sengaw, 2 kes bi tometa nêçîra ajel û balindeyên kuvî binçavkirine.

Hat gotin ku di dema binçavkirinê kelûpelên wan kesan ên nêçîrê jî li gel de bûn û hatin desteserkirin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse