Li Îranê cezayê darvekirinê yê kesekî ku sala 2022’yan bi kuştina polîsekî dihat sûcdarkirin, hate înfazkirin. Rayedarên darazê ragihand ku piştî biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, hate pêkanîn.
Daraza Îranê ragihand ku li eyaleta Hurmuzgan a li başûrê welêt kesekî ku sala 2022’yan bi kuştina polîsekî dihat sûcdarkirin, hate darvekirin.
Li gorî ajansa nûçeyan Mizan a girêdayê darazê, dozger Aref Ekberî ragihand ku kesê ji kuştina polîsê bi navê Riza Ehteramî yê di yekîneya mudaxileya lezgîn de wezîfe dimeşand, berpirsyar dihat girtin, hate darvekirin. Ekberî diyar kir ku biryar piştî erêkirina Dadgeha Bilind hate pêkanîn.
Çavkanî: ANF Kurmancî