Di meha Îlonê de, Wezareta Dadê ya Iraqê 200 milkên neqdî (pereyê di berîkê de û yê di bankayan de) û naneqdî (xanî, zevî, erebe, kargeh û hwk…) desteserkiriye.
Berdevkê Wezareta Dadê ya Iraqê Ehmed Liweybî, ji medya Iraqê re têkildarî desteserkirina bi dehan milkên neqdî û naneqdî û hewldanên ji bo hemahengiyê li gel welatên din li ser wergirtina tometbaran, axivî.
Ehmed Liweybî ragihand ku di meha Îlona de, Wezareta Dadê 200 milkên neqdî û naneqdî desteserkiriye ku daxwazî ji aliyê sazî û dezgehên cuda yên dewletê ve hatine şandin. Herwiha karûbar ji bo girtina rêkarên yasayî yên pêwîst li gorî rêbazên pejirandî, ji fermangehên dadwerî yên peywendîdar re hatine şandin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî