Bagera Simon a li rojava û beşa navîn a Meksîkayê bi bandor, gihîşt kategoriya 4’an. Navenda Bagerê ya Neteweyî (NHC) a DYE’yê têkildarî bayên ku dikare di saetê de bigihîje 249 kîlometreyan, barana tund û xeteriya pêlên bagerê hişyarî da.
Tê payîn ku Bagera Simon roja yekşemê bigihije peravên navîn-rojava yên Meksîkayê yan jî di tevahiya peravê de ber bi pêş ve biçe. Li gorî Navenda Bagerê ya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), tundiya bagerê heta peravê navendê dibe were guhertin. Tê diyarkirin ku leza bayê dibe di saetê de bigihije 249 kîlometreyan.
NHC’ê hişyarî da ku ji şeva şemiyê heta roja yekşemê li hin herêmên beşa navîn û rojava ya Meksîkayê ba dibe bigihije astên xeter û pêlên bagerê û baranên tund bi bandor bibin. Saziyê bang kir ku li herêmên di bin xeteriyê de divê demildest tedbîr bên girtin.
Çavkanî: ANF Kurmancî