Hûsiyên li Yemenê yên bi piştevaniya Îranê, piştî êrişa li ser balafirgeha Riyadê ku di encamê de 12 kes mirin, careke din gef xwar ku dikare êrişê bibin ser balafirgehên li Erebistana Siûdî.
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Seri roja Yekşemê li ser X’ê daxuyaniyek da û ragihand ku ew hişyariya xwe dubare dikin ku balafirgeh û qada hewayî ya Erebistana Siûdî neyê bikaranîn.
Seri balafirgehên li Mekke û Medineyê li derveyî vê hişyariyê hişt û diyar kir ku balafirgehên din hemû di bin rîska êrişê de ne û dikarin bibin qada operasyonên leşkerî yên Hûsiyan. Hûsî li dijî Erebistana Siûdî şer dike ku li Yemenê piştgiriyê dide hikumeta li qada navneteweyî tê naskirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî