11 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Li peravên Cibutiyê keştiyeke koçberan noqî binê avê bû: Herî kêm 109 kes mirin

Li peravên Cibutiyê, keştiyeke koçber tê de bûn ku ber bi Yemenê ve diçû, noqî binê avê bû. Di encamê de herî kêm 109 kesî jiyana xwe ji dest dan, 116 kes jî winda bûn.

Li gorî daxuyaniya ku roja Yekşemê ji aliyê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ve hate dayin, di şeva 8-9’ê Cotmehê li Kendava Adenê di encama qezayê de, keştiyek ku ji Cibuti diçû Yemenê noqî binê avê bû.

Li gorî gotina mirovên sax man, keştiya ku nêzî 350 kes tê de bûn li nêzî Guhere ya li bakurê bajarê Obock ê Cibutiyê noqî binê avê bû.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse