24 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Mamosteya jin Muna Debax ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin

🔴 FLAŞ HABER

NAVENDA NÛÇEYAN — Mamosteya jin Muna Debax a xelka Sine ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin û Saziya Mafê Mirovan HANA têkildarî rewşa girtiyên jin ên li Rojhilatê Kurdistanê agahî da.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Mamosteya zimanê Îngilîzî Muna Debax li bajarê Sine hate girtin.
  • Berî niha bi hinceta ‘Çalakî û propagandaya dijî dewletê’ cezayê 4 sal û 6 mehan ê girtinê lê hatibû birîn.
  • Di 26’ê Nîsana 2026’an de jî hatibû girtin û piştî 12 rojan bi kefaletê bi demkî hatibû azadkirin.

Li bajarê Sine hate girtin

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Saziya Mafê Mirovan HANA ve hatine dayîn, îro Muna Debax a mamosteya zimanê Îngilîzî li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê piştî hate vexwendin ji aliyê Dadgeha Şoreş a Sine ve hate girtin.

Cezayê 4 sal û 6 mehan hatibû birîn

Hate bibîrxistin ku berî niha Muna Debax ji aliyê Liqa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine ve bi hinceta ‘Çalakî û propagandaya dijî dewletê’ cezayê 4 sal û 6 mehan ya girtinê hatibû dayîn. Muna Debax berî niha 26’ê Nîsana 2026’an piştî hêzên Îranê avêtibûn ser cihê wê yê kar hatibû girtin û biribûn Girtîgeha Sine û piştî 12 rojan bi kefaleta 1 milyon tumen bi demkî hatibû azakirin.

Pêşeroja Bûyeran

Têkildarî girtina Muna Debax û rewşa girtiyên din ên jin li Rojhilatê Kurdistanê, saziyên mafên mirovan çavdêriya pêvajoyê dikin û agahiyên nû parve dikin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse