24 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Li Silêmaniyê semînerek li ser ‘Netewperwerî’ hate dayîn

🔴 FLAŞ HABER

SILÊMANÎ — Li Silêmaniyê ji aliyê Parlamenterê berê yê Herêma Kurdistanê Ebûbekir Helednî ve semînerek li ser ‘Netewperwerî’ hate dayîn.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Semîner di saetên êvarî de li navenda Hejar hate dayîn.
  • Ebûbekir Helednî bal kişand ser cudahiya di navbera netewperestî û netewperweriyê de.
  • Rewşa nebûna hikûmetê û pergala du îdarî weke ‘xwekuştina siyasî’ hate binavkirin.

Semînerek li ser ‘Netewperwerî’ hate dayîn

Di saetên êvarî de li navenda Hejar bi amadebûna kesên ji pîşeyên cuda yên civakê bi navnîşana ‘Netewperwerî’ ji aliyê Parlamenterê Berê yê Herêma Kurdistanê Ebûbekir Helednî ve semînerek hate dayîn. Ebûbekir Helednî diyar kir ku divê zanibin ku netewperestî xirabe û modeleke ya netewdewletê ye û dema wê çûye û got: “Pêwîste em bizanin netewperwerdî cuda ye. Netewperestî tê wateya xweşbînî û parastina neteweyê ku li ser bingehê xem û ramanên hevpar. Netewperwerî erk û berpirsyariyên parastina neteweyê li ser bingehê hevpar li ser mirov ferz dike.”

Rexmî 35 salan pergala du îdarî

Parlamenerê Berê yê Herêma Kurdistanê Ebûbekir Helednî bal kişand ser hikûmraniya li Herêma Kurdistanê û got: “Piştî 35 salan hê jî du îdarî ye û hikûmet pêk nehatiye. Ev xwekuştina siyasî ye. Herdu hêz tenezûla hev nakin. Lê ji bo dewletên dagirker vê dikin. Wisa dikin ku ciwanên me welat biterikînin. Ji bo vê nayê gotina netewsazî, tê wateya tinekirina xakê û neteweyê.”

Pêşeroja Bûyeran

Herî dawî Ebûbekir Helednî anî ziman ku guherînên li herêmê rû didin sedemê wê tinekirina netewsaziya Kurdane û got: “Dîsa guherînên di qada navneteweyî de jî pêk tên, sedemê wê yekê ne ku dixwazin Kurd negihêjin mafê xwe. Nimûneya vê yaherî berbiçav jî girtina Birêz Abdullah Ocalan pir vekirî û eşkere nîşan dide ku dewletên Ewropa li ser vê neheqiyê dengê xwe nakin.”

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse