Ji bo Gerîlayê Azadiya Kurdistanê Ramazan Tan (Turçel) ê şehîd bû, li Stenbolê merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê ji bo endamê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Ramazan Tan (Turçel) ê ku di sala 1992’yan de şehîd bûbû, li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê, bernameya bîranînê hate lidarxistin.
Malbatên cangoriyan, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de wêneyên Rêber Apo û Ramazan Tan li ser masayê hatin danîn û pankarta bi nivîsa “Şehîdên me rûmeta me ne” hate daliqandin û dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî