11 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

Kombûna Jinan a Navneteweyî ya 39’emîn bi beşdariya bi hezaran jinên ji çar aliyên Abya Yalayê li bajarê Cordoba yê Arjantînê destpê kir. Di destpêka kombûnê de peyameke bi dîmen a ji çiyayên Kurdistanê hate nîşandan.

Kombûna Jinan a Navneteweyî ya 39’emîn ku ji herêmên cuda yên Abya Yalayê bi hezaran jin li hev civand, li bajarê Cordoba yê Arjantînê destpê kir. Di kombûnê de wê sê rojan dewam bike, jin ê bi rêya civîn û çalakiyên cihêreng tecrûbeyên xwe parve bikin û stratejiyên ji bo pêşvebirina têkoşîna xwe nîqaş bikin.

Beriya destpêkirinê endamên Tevgera Jinên Kurdistanê beşdar silav kirin û silav ji Rêber Apo re şandin. Piştre jî peyameke bi dîmen a ji çiyayên Kurdistanê hate nîşandan.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse