11 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Li Polonyayê îdîaya hewldana sûîkastê ya li dijî Serokwezîr û Wezîrê Parastinê

Li Polonyayê piştî ku li ser hewldanên muhtemel ên sûîkastê yên li dijî Serokwezîr Donald Tusk û Wezîrê Parastinê Władysław Kosiniak-Kamysz agahî gihîştin destê hêzên ewlehiyê, biryara civîneke lezgîn hat girtin.

Wezareta Karên Navxweyî ya Polonyayê, ragihand ku piştî agahiyên sûîkastê yên derbarê Donald Tusk û Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Parastinê Władysław Kosiniak-Kamysz de gihîştine polîsan, civîneke lezgîn a ewlehiyê tê liadarxistin.

Polîs, Saziya Parastina Dewletê û Ajansa Ewlehiya Navxweyî (ABW) beşdarî vê civînê dibin. Berdevka wezaretê Karolina Galecka, da zanîn ku ji bo tedbîrên hewce bên girtin ferman hatiye dayîn.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse