NAVENDA NÛÇEYAN — Ji ber şehîd bi wê kesayet û taybetmendiyên xwe yên li pey xwe hiştine, mohreke ji hezkirin û hêviyê li ser dil û mejiyê civakê bi cih kirine, bi fikir, xislet, jiyan û kiryarên xwe her mayînde ne.
- Şehîd bi awayekî fizîkî ji nav me diçin, lê bi fikir, xislet, jiyan û kiryarên xwe dimînin û her mayînde ne.
- Di hemû civakan û olên yekxwedayî de jî şehîd pîroz û bi rûmet têne dîtin.
- Şehîd ew kesayet in ku dîroka neteweyekê, hebûn û nirxên wê ji destên zordar û talankeran diparêzin.
Wateya Kûr a Şehadetê
Wateya şehadetê gelekî mezin û kûr e. Mirov nikare wateya şehîdan tenê bi gotinekê yan nivîsekê bîne ziman. Ji ber di hemû civakan û olên yekxwedayî de jî şehîd pîroz û bi rûmet têne dîtin. Ji destpêka dîroka mirovahiyê heta roja me ya niha di her serdemekê de, li her cihekî zilm û zordarî lê heye û jiyan lê zehmet e, jin û mêrên qehreman û leheng derketine holê, mohra xwe li serdemê xistine.
Çanda Qehremanî û Fedayîbûnê
Ew çanda qehremanî û fedayîbûnê îro jî bi hemû heybeta xwe dewam dike. Ji xwe eger mirovahî heta niha li ser piyan mabe tekez bi saya wan kesayetên mijara gotinê ye. Nexasim jî di nava civaka Kurd û di şexsê şehîdên doza jiyana azad û wekhev de ev bi hemû rohaniya xwe diyar e. Dema “şehîd” tê gotin, yekem tişta tê hişê mirovan azadî, hezkirina welat, parastina nirxan (çand, ziman, dîrok… ), wekhevî, sadebûn, duristbûn, exlaq, pîvanên mirov û hwd. tevahî nirxên mirovî ne. Şehîd ew kesayet in ku dîroka neteweyekê, hebûn û nirxên wê ji destên zordar û talankeran diparêzin. Şehîd destanên qehremaniyê bi xwîna xwe dinivîsin. Ji lewra ji bo her civakê şehîd pîroz in, ji wan mezintir, bilindtir û bi qedirtir nîne.
Pêşeroja Bûyeran
Şehadet dema ji bo armanceke pîroz be, ti astengiyan li pêşiya xwe nas nake. Bêguman her kes ne xwedî armancên pîroz in. Hin kes hene ku armancên wan gelekî biçûk û er
Çavkanî: ANF Kurmancî