Rayedarekî Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ji kanala Al Arabiya re ragihand ku Washîngton amade ye ji bo bêçekkirina Hîzbûllahê “tedbîrên cidî” nîqaş bike.
Çavkaniyên Emerîkî îdîa dikin ku Hîzbûllah ji qaçaxçîtî û pereyên sexte mehane 40 mîlyon dolar bi dest dixe û ji budceya Libnanê jî çavkaniyan digire. Lê têkildarê vê mijarê agahiyên berfireh nedan.
Hat ragihandin ku rêveberiya Beyrûdê derbarê reformên bankayan û têkoşîna li dijî torên darayî yên rêxistinê de agahî daye Washingtonê.
Çavkanî: ANF Kurmancî