9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Çalakiyên xwendekaran: Li Liegeyê qedexeya kombûnê

Şaredarê Liegeyê Willy Demeyer piştî bûyerên di dema çalakiyên xwendekaran de li navenda bajêr qewimîn, kombûna ji zêdeyî sê kesî bi demkî qedexe kir.

Li bajarê Liege yê Belçîkayê, piştî bûyerên şewitandin û şer ên di dema protestoyên xwendekaran de qewimîn, Şaredar Willy Demeyer kombûna ji zêdeyî sê kesî ji sibeha Pêncşemê û pê ve bi demkî qedexe kir.

Ev qedexeya demkî ya li qadên cemaweriyê û rê derbas dibe, wê heta 16’ê Cotmehê saet 23:59’an di meriyetê de be. Mirovên li heman malê dimînin, zarokên bi mezinekî re, xwepêşandanên berê destûr ji bo wan hatiye wergirtin, kar, dibistan, firoşgeh an jî restorant wê li derveyî vê qedexeyê bin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment