26 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

‘Rêber Apo hest pê dike deshilatdariya Herêmê ber bi tûnelek tarî ve diçe’

🔴 FLAŞ HABER

SÛSILÊMANÎ — Nivîskar û çavdêrê siyasî Ebdulrezaq Şerîf da diyarkirin ku li Herêma Kurdistanê wek kevneşopiyek lê hatiye ku bêyî PDK’ê û YNK hikûmet pêk nayê û got ku ev her du partî wek binemalek feodal hikûm li Herêmê dikin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Li Herêma Kurdistanê tevî ku du sal di ser hilbijartinê re derbas bûn jî hikûmet hîna pêk nehatiye.
  • Nivîskar û çavdêrê siyasî Ebdulrezaq Şerîf ragihand ku PDK û YNK wek du binemalên feodal hikûm li Herêmê dikin.
  • Ebdulrezaq Şerîf destnîşan kir ku Rêber Apo pê hesiyaye ku desthilatdariya Herêma Kurdistanê ber bi tûnelek tarî ve diçe.

Du sal derbas bûn lê hikûmet nehate avakirin

Du sal di ser hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê re derbas bûn. Tevî gelek civîn û hevdîtinan lê aliyan nekarîne hikûmetek nû avakin. Her çiqas Rêber Apo hest bi metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê kir û pêşniyara avakiriya hikûmetek demokratîk kir jî, lê hikûmet hîna pêknehatiye. Metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê jî roj bi roj zêdetir dibin. Di derbarê vê mijarê de nivîskar û çavdêrê siyasî Ebdulrezaq Şerîf ji ajansa me Rojnews re axivî.

‘Wek du binemalên feodal hikûm li Herêma Kurdistanê dikin’

Ebdulrezaq Şerîf da diyarkirin ku yek ji sedemên avanekirina hikûmetê ewe ku ti partiyekê nekarî di hilbijartinê de ji sedî 51’ê dengan bidest bixe û got: “Yek ji pirsgirêkên din ewe ku bêyî PDK’ê û YNK’ê nikarin hikûmetê pêkbînin. Li aliyê din jî hêzên din nekarîne dengek wisan bidestbixin ku bikarin li gel aliyekê hikûmetê pêkbînin. Ev her du partî (PDK-YNK) wek du partiyan nêz nabin, xwedî hêzên çekdarî ne. Wek du binemalên feodal hikûm li Herêma Kurdistanê dikin. Vê yekê jî wisan kiriye ku berjewendiyên xwe û malbata xwe, baweriya ku ew jêre dibêjin desthilat, bandora xwe ya siyasî û pere bihêle ku guh nedin ti ber

Pêşeroja Bûyeran

Pêşketinên siyasî li Herêma Kurdistanê nîşan didin ku krîza avakirina hikûmetê dewam dike û hişyariyên derbarê pêşeroja desthilatdariyê girîngiya xwe diparezin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse