Bi hezaran jin tevlî 39’emîn Hevdîtina Jinan a Navneteweyî dibe ku li Cardobayê ku bajerê Şehîd Legerîn (Alina Sanchez) destpê kir. Di vekirina hevdîtinê de, peyama bi dîmen a ji çiyayên Kurdistanê hate şandin, hate pêşandan.
Bi hezaran jin ji çar aliyên Abya Yalayê tevlî 39’emîn Hevdîtina Jinan a Navneteweyî bûn ku li bajarê Cordoba ya Arjentînê ku bajarê Şehîd Legerîn (Alîna Sanchez) destpê kir. Jinan bi civîn û bernameyên cuda tecrubeyên xwe yên têkoşînê nîqaş dikin û stratejiyên têkoşîna hevpar û ji bo peşerojê pêş dixin.
Di hevdîtina vekirinê de peyama ku ji çiyayên Kurdistanê hatibû şandin, hate pêşandan. Beriya dîmenê, endamên Tevgera Jinan a Kurdistanp axaftinên silavkirinê kirin û silavên xwe ji bo Rêber Apo şandin.
Çavkanî: ANF Kurmancî