11 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Şandeya Jinan a ji Bakurê Kurdistanê serdana YPJ’ê kir

Şandeya Jinan a ji Bakurê Kurdistanê serdana sazî û şêniyên Hesekê kir, bi fermandar û şervanên YPJ’ê re civiya.

Şandeya Jinan a ji Bakurê Kurdistanê di çarçoveya gera xwe ya li Rojava de serdana saziyên li bajarê Hesekê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) kir, bi berpirs, rêveber û fermandaran re civiya.

Şande ji hevşaredara Mêrdînê û hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecih Devrîm Demîr, hevşaredara navçeya Yenîşehîr a Amedê Safiya Akadag, hevşaredara navçeya Farqîn a Amedê Sevîm Bîçîçî, hevşaredara Tetwanê Belkîze Beştaş Epozdemîr û endama Komîteya Dîplomasiyê Rûken Demîr pêk tê.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse