AMED — Gerîlayên YJA Starê Elefterya Gabar Cizîr û Bişeng Brûsk Vejîn şehîd Bêrîtan Hêvî bi bîr anîn û gotin, Bêrîtan bi çalakiya xwe bû pêşeng û meşaleya têkoşîna jinê.
- Şervanên ku didin ser şopa şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) her sal di 25’ê Cotmehê de li çiyayên azad salvegera çalakiya wê ya li dijî xeta xiyanetê bi bîr tînin.
- Di heman demê de 25’ê Cotmehê roja avabûna artêşbûna jinê ye û gerîla vê rojê bi kelecaneke mezin pêşwazî dikin.
- Gerîlayên YJA Starê bi wesîleya salvegera 34’an a şehadeta Bêrîtan Hêvî hestên xwe anîn ziman.
Salvegera 34’an a Şehadeta Bêrîtan Hêvî
Şervanên ku didin ser şopa şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) her sal di 25’ê Cotmehê de li çiyayên azad salvegera çalakiya wê ya li dijî xeta xiyanetê bi bîr tînin. Di heman demê de 25’ê Cotmehê roja avabûna artêşbûna jinê ye. Ji ber vê jî gerîla bi taybetî jî gerîlayên jin vê rojê bi kelecaneke mezin pêşwazî dikin. Gerîlayên YJA Starê bi wesîleya salvegera 34’an a şehadeta Bêrîtan Hêvî hestên xwe anîn ziman.
‘Hevala Bêrîtan ji bo me pêşeng û sembola azadiyê ye’
Gerîlaya YJA Starê Elefterya Gabar Cizîr şehîd Bêrîtan bi hurmet bi bîr anî û got, ‘Hevala Bêrîtan ji bo me pêşeng û sembola azadiyê ye. Rastiya Rêbertî fêhm kiribû. Ji me re ji hemû jinan re bû mînak. Hevrê Bêrîtan rastiya jin a azad nas kir, li dijî zîhniyeta xiyanetê serî hilda û teslîmiyet qebûl nekir. Dibe ku sal di ser re derbas bû be, lê belê xeta berxwedanê weke mîrate ji me re hişt. Ji ber vê jî em her sal hevala Bêrîtan bi bîr tînin. Ew sembola berxwedan û îradeya jin a azad e. Di kesayetiya şehîd Bêrîtan de me îradeya jin a azad nas kir. Di şexsê wê de me rastiya xwe nas kir. Di kesayetiya Bêrîtan û çalakiya wê de zîhniyeta zayendîperest a ku hêza jinê biçûk dibîne hate şikandin. Vê yekê hêz û moraleke mezin da me. Bi saya wan şehîdan em xeta jina a azad û jiyana rasteqîn nas kir.’
Pêşeroja Bûyeran
Eger jinan îro hêza xwe nas kiribin û rabû bin ser piyan, ev yek bi saya wan pêşengan bûye. Eger jin îro li her qada têkoşînê hene, ev yek bi saya keda şehîdan û Rêber Apo bûye. Rêbertî hêz da me û zemîna pêwîst afirand ku jin îradeya xwe nas bikin, pêşengi
Çavkanî: ANF Kurmancî