27 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Cîhan Teha; Bûyereke trafîkê ye yan jî pîlaneke ya jinavbirina dengê nerazîbûnê bû?

📰 KAPSAMLI RAPOR

HEWLÊR — Sê sal li ser bûyera biguman a Mamoste Cîhan Teha ku ji ber rexneya li desthilatê kiribû û heman demê weke parêzvanê mafê mamostayan dihate nasîn re derbas dibe. Malbata Cîhan raste rast PDK’ê ji bûyerê sûcdar dikin ku di demekê de hemû bangên ji bo eşkerekirina bûyerê mane bê bersiv.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Sê sal di ser bûyera biguman û mirina Mamoste Cîhan Teha re derbas dibe.
  • Malbata Cîhan Taha raste rast PDK’ê ji vê bûyerê sûcdar dike.
  • Cîhan Teha bi wêrekî dengê xwe bilind kiribû û mafên mamosteyan û jinan parastibû.

Bûyera Biguman û Tawanbarkirina Malbatê

Sê sal berê, ew mamosteya ku li Hewlêrê di nava bêdengiyeke dijwar de bi wêrekî dengê xwe bilind kir û mafên mamosteyan û jinan parast. Bilindkirina dengê nerazîbûnê bû sedem ku li Herêma Barzanê bi awayekî nediyar dawî li jiyana wê bê anîn. Malbata Cîhan raste rast PDK’ê ji bûyerê sûcdar dikin ku di demekê de hemû bangên ji bo eşkerekirina bûyerê mane bê bersiv.

Jiyanname û Kesayetiya Mamoste Cîhan Teha

Cîhan Taha di sala 1988’an de li parêzgeha Hewlêrê di malbateke navîn de ji dayîk bû. Li Peymangeha Hunerên Ciwanekan û Zanîngeha Hunerên Ciwan xwend û Beşa sînemayê ya Zanîngeha Salaheddîn a Hewlêrê qedand. Mamoste Cîhan ku yek ji derçûyên sala 2014’an ne, 9 salan weke mamosteyeke bi peyman ders da. Cîhan Teha zewicî ye û du zarokên bi navê ‘barana û bîrhat’ hebû.

Dengê Mamosteyên Perwerdekar li Hemberî Nedadperweriyê

Ev 12 salin ku Herêma Kurdistanê bi berdewamî bi krîzeke aborî û darayî ya dijwar re rû bi rû ye, krîzeke ku bandorên xwe li karkirin û dabeşkirina mûçeyên karmendan jî kiriye. Rawestandina karkirinê û paşxistina mûçeyan gelek derçûyên zanîngeh û peymangehan neçar kiriye ku bi rêya mamostetiya bi peyman hilbijêrin da ku debara jiyana xwe bikin. Lê tevî berpirsiyariya perwerdekirina nifşekî xwendî, di warê mûçe û mafên pîşeyî de bi neheqiyê re rû bi rû dimînin û mûçeyên xwe bi awayekî neheq û bi paşxistinê werdigirin.

Pêşeroja Bûyeran

Li ser qetilkirin yan jî mirina biguman a Mamoste Cîhan Teha ku bûye sembola parastina mafên mamosteyan, lêpirsîn û bangên malbatê bê bersiv mane û lêgerîna wan a ji bo edaletê didome.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse