27 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Pêşengeha Kitêban û Zimanê Kurdî: Eleqe û Rastiya Wê ya Li Amedê

🔴 FLAŞ HABER

AMED — Îsal li Diyarbekirê Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 10em di navbera 26 Îlon-4 Cotmehê 2026an de hate lidarxistin û pêşengeh bi dawî bû. Piştî fûarê di çapemeniya kurdan, di medyaya civakî de û ji aliyê gelek kesan ve nîqaş li ser beşdarbûna îsal hate kirin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 10em di navbera 26 Îlon-4 Cotmehê 2026an de hate lidarxistin.
  • Beşdarbûn û eleqeya gel û xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li gorî nifûsê gelekî hindik bû.
  • Tevî kêmbûna eleqeyê, fûarê derfet da gelek kesan ku cara ewil bi pirtûkên kurdî re werin rûbirû.

Eleqeya Gel û Xwendekaran a Li Pêşengehê

Piştê fûarê di çapemeniya kurdan û di medyasaya civakî de û pir kes qala beşdarbûna pêşengehê ya îsalîn kirin û gotin “Îsal eleqeya gel ji kitêbên kurdî û fuarê pir hindik bû û beşdarî pir tunebû.” Erê ku nufûsa Dîyarbekirê û xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bidî ber çavê xwe eleqeya gel û xwendekaran pir û pir hindik bû. Her çiqas eleqeya gel lawaz be û geş nebe jî lê ji bo zimanê kurdî ez gelek baştir dibinîm. Kesê ku di emrê xwe de dibe ku qet nehatibe bi saya vê fuarê pêşengehê hatine kitêbên kurdî dîtine.

Bandora Fûarê ya Li Ser Ziman û Wêjeya Kurdî

Kesê ku hatibe pêşengehê û ku di pêşengehê de geriyabe bawer dikim ku pir kes kitêbên kurdî dîtine û çiqas neçûbe ber kitêban jî lê di bin çavan re jî be kitêbên kurdî dîtine. Ya din hezkiriyên zimanê kurdî jî bi kitêbên kurdî geş dibin û bûye, ev erêniye ji bo zimanê kurdî. Ez di sala 2024an de di Pêşengeha 8an de li standa Weşana Nûbiharê de bûm, min him kitêbên xwe destnîşan dikir û him jî kitêbên kurdî difrotin. Li standê bûm şahid û jî ji dûr ve min dengên hinekan jî dibihîst. Ya din salên berê jî ez di Pêşengeha ya Batmanê de jî bûm.

Şahidiyên Li Standên Pirtûkên Kurdî

Hinek kes dihatin di ber stenda me de diçûn, ji hev re digotin “Kuro ev çi ye, ma kitêbên Kurdî jî henin?” û şaş dibûn diçûn. Hinek zarok kitêbên zarokan ê kurdî didîtin ji bo resmên kitêban bala zarokan dikişand, dê yan bavên ku fehm dikirin ku kitêbên zarokan ê kurdî ne hima zû bi zû zarokên xwe ji standê vedikişand bitirs diçûn, digotin “ew kitêbên kurdî ne, ji te re nabin.” Hinek dihatin ku didîtin digotin “Ev Kurdî ye lê ez…

Pêşeroja Bûyeran

Pêşketin û encamên ji Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 10em nîşan dide ku tevî astengî û kêmasiyên di eleqeya gel de, hebûna pirtûkên kurdî di qadên giştî de ji bo pêşeroja zimanê kurdî gavekî erênî û girîng e.

Çavkanî: Çandname

Şîroveyek Binivîse