27 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Li Silêmaniyê li ser nasnameya Kurdistanê semînerek hate dayîn

🔴 FLAŞ HABER

SILÊMANÎ — Li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bi navnîşana ‘Derketinek ji nava krîzên nasnameya Kurdî’ ji aliyê Saziya Azadbûnê ve semînerek hate dayîn.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Semîner di saetên êvarî de ji aliyê Mamosteyê Zanîngehê Dr. Selah Ezîz ve hate dayîn.
  • Dr. Selah Ezîz bal kişand ser hebûna Kurdistanê û xala bihêz a netewî ya Kurdan.
  • Pêwîste em di hemû astan de bibin yek û rê li pêşiya erebkirina xaka Kurdistanê bigirîn.

Derketinek ji nava krîzên nasnameya Kurdî

Di saetên êvarî de li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê Saziya Azadbûnê ve bi tevlîbûna kesayetên ji pîşeyên cuda yên civakê semînerek bi navnîşana ‘Derketinek ji nava krîzên nasnameya Kurdî’ ji aliyê Mamosteyê Zanîngehê Dr. Selah Ezîz ve hate dayîn. Dr. Selah Ezîz di destpêka semînerê de bal kişand ser hebûna Kurdistanê û xala bihêz a netewî ya Kurdan û got: “Di xeyala me de Kurdistan yeke û yek parçe ye. Lê em dibînin Kurdistan hatiye parçekirin ji ber nakokiyên navxwe û niha dibînin ku Başûr jî hatiye parçekirin. Pêwîste em xwe biguherînin û bizanin çawa parastina xwe bikin.”

Îdeolojiya Kurdibûnê û pirsgirêka yekgirtinê

Mamosteyê Zanîngehê Dr. Selah Ezîz diyar kir ku pêwîste îdeolojiya Kurdibûnê me bîne ba hev û wiha domand: “Şoreşên borî ji ber nebûna stratejiyeke zelal û vekirî tine bûn û xeyala Kurdistana mezin di nava hinavê şoreşan de nebû. Me Kurdan nekarî li dorî hev kom bibin. Di demekê de ku dagirker li ser dijayetîbûna Kurdan tim dibin yek.” Herî dawî Dr. Selah Ezîz anî ziman ku ew berê jî yekgirtî nebûn, di nava partiyan de jî her tim pirsgirêk hebû û got: “Me nekarî bibin yek. Pêwîste em di hemû astan de bibin yek, rê li pêşiya erebkirina xaka Kurdistanê bigirîn.”

Pêşeroja Bûyeran

Li Silêmaniyê semînera li ser krîzên nasnameya Kurdî bi tevlîbûna kesayetên pîşeyên cuda bi dawî bû û girîngiya yekîtiya netewî hate tekezkirin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse