12 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Li Viyanayê daxwaza mîsogerkirina Kurdî li Sûriyeyê hat kirin

Bi dehan Kurd û dostên wan ên ku li Viyanayê li hev civiyan, bi çalakiyekî daxwaza bi destûra bingehîn naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî li Sûriyeyê kirin; li dijî êrîş û provokasyonên li Hesekê piştevaniya xwe bi gelê Rojava re diyar kir.

Bi dehan Kurd û dostên wan ên ku li paytexta Awistirya Viyanayê dijîn, bi daxwaza bi destûra bingehîn naskirina destûra bingehîn a zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî li Sûriyeyê û bi destûrî mîsogerkirina mafê perwerdehiyê bi zimanê dayikê, çalakiyekî li dar xistin.

Her wiha hevgirtina xwe bi gelê Rojava re nîşan dan û êrîş û kiryarên sabotajê yên ku li bajarê Hesekê qewimîne şermezar kirin, ku ew wekî gefek li ser ewlehî û aramiya herêmê dibînin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse