28 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikumetê -III: Krîza avabûna hikumetê û daxwazên

📰 KAPSAMLI RAPOR

HEWLÊR — Li Herêma Kurdistanê 2 sal di ser hilbijartinê re derbas bûye, lê hîn jî hikumet ava nebûye. Di demê de ku PDK di parvekirina li gorî hejmara kursiyan de israr dike, YNK daxwaza ‘şirîkatiyeke rasteqîn’ dike û gel berdêla nebûna hikumetê dide.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Di 4’ê Sibata 2025’an de heyetên muzakereyê li ser bernameyeke hikumetê ya hevpar a ji 15 xalan û neh sernavan li hev kirin.
  • PDK’ê di Nîsana 2025’an de tenê wezaretên Pêşmerge û Maliyeyê da, di 6’ê Mijdara 2025’an de serokatiya parlamentê û gelek meqamên din pêşniyar kir.
  • PDK’ê ragihand ku ew ê Wezareta Karên Hundir nedin YNK’ê û di vê mijarê de bazariyê nekin.

Sedemên krîzê û muzakereyên herdu partiyan

Di dosyaya xwe ya beriya niha me sedemên hevpar ên krîzên hikumetê ku sih sal in li Herêma Kurdistanê dubare dibin û pêvajoya hilbijartinê ya 20’ê Cotmeha 2024’an nirxandibû. Di vê beşê de em ê daxwazên Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) ên li ser maseyê, valahiya saziyî ya ji ber bêhikumetiyê û berdêla vê yekê ya li gel tê birîn binirxînin. Li gorî medya Iraqê, heyetên muzakereyê yên herdu partiyan 4’ê Sibata 2025’an li ser bernameyeke hikumetê ya hevpar a ji 15 xalan û neh sernavan li hev kirin ku ji sernavên parlament, maliye, têkiliyên derve, têkiliyên Hewlêr-Bexda, Pêşmerge, enerjî û dadgeriyê pêk dihat. Parvekirina meqamê li pişt bernameyê ma.

Pêşniyarên PDK’ê û xalên nakok

Pêşniyara PDK’ê bi demê re berfireh bû. Di Nîsana 2025’an de PDK’ê tenê wezaretên Pêşmerge û Maliyeyê pêşniyarî YNK’ê kir, di 6’ê Mijdara 2025’an de serokatiya parlamentê, alîkariya serokê herêmê, alîkariya serokwezîrtiyê, 8-9 wezaert û ‘meqamên bi bandor’ ên li saziyên ewlekariyê pêşniyar kir. Pêşniyar di sê mijaran de girtî ma. Nûnerê PDK’ê bi daxuyaniya 8’ê Cotmeha 2025’an re ragihand ku partiya wan wê Wezareta Karên Hundir nede YNK’ê û di vê mijarê de wê bazariyê neke. Mijarên; mayina Konseya Ewlekariyê di bin erka Mesrûr Barzanî de ku rêxistina îstîxbaratê ya PDK’ê Parastin û rêxistina îstîxbaratê ya YNK’ê Zanyarî di bin heman sîwanê de ne.

Pêşeroja Bûyeran

Herêma Kurdistanê ji ber nebûna hikumetê û nakoiyên di navbera PDK û YNK’ê de bi valahiyeke mezin a saziyî re rû bi rû ye û di vê pêvajoyê de gel berdêla sereke ya vê qeyranê dide.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse