HELEBCE — Welatiyên Helebceyê ji rewşa bêçare ya Herêma Kurdistanê bifikarin û daxwaza yekitiyê di nav mala Kurdan de û jinûve aktîvkirina parlamentoyê dikin û gotin; “Parlemento bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, ne milkê partiyane.”
- Welatiyên Helebceyê ji rewşa bêçare ya Herêma Kurdistanê bifikarin û daxwaza yekitiyê dikin.
- Welatiyan gotin ku parlamento bi xwîna şehîdan hatiye avakirin û ne milkê partiyane.
- Piştî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê zêdetirî du sal derbas bûn, parlamento ji kar ketiye.
Girtina Parlamentoyê û Nerazîbûna Welatiyan
Piştî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê zêdetirî du sal derbas bûn, parlamento ji kar ketiye û ev du salin aktîf nebûy ku deriyên wê girtî ne. Ji bo baştirkirina rewşê û derbaskirina krîza ku welatiyan pê re rûbirû ne, tu hêviyek tune ye. Têkildarî mijarê welatiyên Helebceyê ji ajansa me Rojnews’ê re axivîn.
“Parlemento bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, ne milkê partiyane”
Welatiyê ji Helebceyê Wehbî Hewramî got; “Wekî welatiyekî parêzgeha Helebceyê, peyama me ji bo partiyan ewe ku parlamenterên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin biçin parlamentoyê û jinûve aktîf bikin. Ji ber ku gel di tengasiyê de ye. Parlemento bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Bi salane, ji êrişên kîmyayî, Enfal û şerê li dijî DAIŞ’ê ve, me şehîd dane û xwîn rijandiye. Ev rewş nikare wekî niha berdewam bike.”
“Hikûmet bi berdewamî krîzan li ser welatiyan ferz dike”
Wehbî Hewramî di dewamê de got; “Ev du salin me deng daye parlamenteran û me ew hilbijartine. Divê di vê rewşê de ev kesên hatine hilbijartin ji bo vî gelî tiştekê bikin. Di demsala zivistanê de bermîleke nefta spî jî nedaye welatiyan. Rewşa mûçeyan wiha ye. Hikûmet bi berdewamî krîzan li ser welatiyan ferz dike. Ji ber vê yekê, ez bang li welatiyan dikim.”
Pêşeroja Bûyeran
Welatiyên Helebceyê diyar dikin ku ger partiyên Kurd yek nebin wê Herêm statuya xwe ji dest bide û daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de parlamento were aktîvkirin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî