HELEBCE — 12’emîn Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê destpê kir û wê çar rojan berdewam bike. Baxvan û xwediyên kar jî festîvalê giring dinirxînin û dibêjin; “Ev festîval wek cejnekê lêhatiye û li deverê bûye sedemê zindîbûna kerta çandinî û geştiyariyê.”
- Bi beşdariya zêdetirî 550 baxevan û xwediyên kar, 12’emîn Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce li Parka Şarî Yarî destpê kir.
- Baxewan Keywan Ferîq diyar kir ku festîval ji bo firotina berhemê xwemalî û pêşvebirina aboriya deverê derfetek baş e.
- Jina ciwan û cotyar Hana Star anî ziman ku festîval li cem Helebceyiyan xwedî giringiyeke zêde ye.
Zêdetirî 550 baxevan tevlî dibin
Bi beşdariya zêdetirî 550 baxevan û xwediyên kar, 12’emîn Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce li Parka Şarî Yarî destpê kir û wê çar rojan berdewam bike. Welatiyê bi navê Keywan Ferîq ku baxewane û bi berhemê hinar tevlî festîvalê bûye, behsa giringiya festîvalê kir û got: “Ev festîval ji bo firotina berhemê xwemalî yê devera me derfetek gelek başe. Di heman demê de dibe sedem gelek geştiyar serdana Helebceyê bikin. Ev jî dibe sedem aboriya deverê pêşbikeve, bi rêya festîvalê baxewan û cotyar rasterast berhemên xwe difiroşin.”
Festîval wek cejnekê ye
Jina ciwan a bi navê Hana Star ku bi xwe cotyare û ji gundê Beşaretî tevlî festîvalê bûye, ji ajansa me re got: “Em xêrhatina tevayî mêvan û geştiyaran dikin ku ji deverên cûda serdana festîvalê dikin. Ev festîval wek cejnek lêhatiye. Li cem me Helebceyiyan xwedî giringiyek zêde ye û dibe sedemê pêşketina kerta çandinî û geştiyariyê.” Di festîvalê de bi dehan cûrên hinar hatine nîşandan. Her wiha jinên ku berhemên dest çêdikin, bi berhemên xwe tevlî festîvalê bûne.
Pêşeroja Bûyeran
Tê payîn ku ji hemû bajar û navçeyên Başûrê Kurdistan û Iraqê geştiyar serdana festîvalê bikin. Bi gelek berhemên xwemalî amadekarî ji bo Festîvala Hinar a Helebceyê li Kerkê hatiye kirin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî