28 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

‘Entegrasyona li Şengalê dê bibe sedema xurtkirina hemahengiya navbera hêzan de’

🔴 FLAŞ HABER

BEXDA — Şirovekarên siyasî diyar kirin ku pêvajoya entegrasyonê ya li Şengalê wê bibe sedema yekxistina serkirdayetiya ewlehî û bihêzbûna hemahengiya navbera hêzan de. Her wiha dan diyarkirin ku wê bibe sedem Şengal aramtir bibe û taybetmendiya deverê û pêwîstiyên xelkê wê parastî bimînin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Roja 26’ê Cotmeha 2026’an li lûtkeya çiyayê Çilmêr yê Şengalê entegrasyona demokratîk hat ragihandin.
  • 4 hezar 165 endamên YBŞ’ê û YJŞ’ê tevlî sîstema ewlehiya federal bibin.
  • Şirovekarê siyasî Mihemed Selah Turkî ragihand ku ev pêngav ji bo yekxistina dosya ewlehiyê giring e.

Ragihandina Fermî ya Entegrasyonê

Roja 26’ê Cotmeha 2026’an li lûtkeya çiyayê Çilmêr yê Şengalê bi awayek fermî di navbera Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û hikûmeta federal ya Iraqê de entegrasyona demokratîk hat ragihandin. Hat diyarkirin ku wê 4 hezar 165 endamên YBŞ’ê YJŞ’ê tevlî sîstema ewlehiya federal bibin. Di derbarê giringiya entegrasyona li Şengalê de şirovekarên siyasî yên Iraqê ji ajansa me re axivîn.

Nêrînên Şirovekarên Siyasî

Şirovekarê siyasî Mihemed Selah Turkî da diyarkirin ku entegrasyona YBŞ’ê pêngavek giring bû ji bo dubarebûna yekxistina dosya ewlehiyê û bihêzbûna desthilata dewletê. Mihemed got: “Serkeftina vê pêvajoyê girêdayî hebûna sîstem û rênimayên yasayî yên zelale, daku piştrast bike ku hemû hêzên tevilbûyîn guh didin fermanên saziyên fermî.” Di dewamê de Mihemed Selah got: “Giringiya entegrasyonê tenê di warê ewlehiyê de namîne, di heman demê de baweriya welatiyan bi saziyên hikûmetê xurtir dike û jîngeheke aramtir ava dike. Ev yek jî dê bibe alîkar ji bo çareserkirina pirsên vegera koçberan, avakirinê û vegerandina jiyana asayî ji bo Şingalê.”

Pêşeroja Bûyeran

Şirovekarê siyasî Mihemed Selah Turkî diyar kir ku pêwîste taybetmendiyên civakî û ewlehiyê yên deverê bi temamî bên parastin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse