NAVENDA NÛÇEYAN — Sûriyeyê û Urdinê ji bo lêpirsîna têkildarî operasyona leşkerî ya Urdinî li gundewarê Derayê li ser damezrandina komîteyeke ewlehî ya hevbeş li hev kirin, wê bi rêya vê komîteyê sedem were şopandin, koordîneya meydanî û istixbaratî were pêşxistin.
- Sûriye û Urdinê li ser damezrandina komîteyeke ewlehî ya hevbeş li hev kirin.
- Armanca komîteyê ew e ku lêpirsîna der barê operasyona leşkerî ya Urdinî li gundewarê Derayê bike.
- Di encamê de koordîneya meydanî û istîxbaratî ya di navbera her du welatan de tê pêşxistin.
Daxuyaniya Hevbeş a Wezaretên Karên Derve
Wezaretên Karên Derve ya Sûriyeyê û Urdinê, têkildarî lihevkirina der barê avakirina komîteyeke ewlehî ya hevbeş ji bo mijara operasyona leşkerî ya Urdinê li gundewarê Derayê ya başûrê Sûriyeyê daxuyaniyeke hevbeş dan, wê bi rêya komîteyê re sedema vê yekê bê şopandin, koordîneya meydanî û istîxbaratî ya di navbera her du welatan de bê pêşxistin.
Pejwendiya Di Navbera Wezîran De
Ev daxuyanî piştî peywendiya di navbera Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve û Karûbarê Penaberan ê Urdinî Eymen El Sifdî bi Wezîrê Karên Derve û Penaberan Esed El Şêbanî de hat dayîn, di peywendiyê de behsa bombebaranê hat kirin, Uman diyar kiribû ku wan xaleke girêdayî DAIŞ`ê hedef girtibû.
Pêşeroja Bûyeran
Her du welat dê bi riya vê komîteya ewlehiyê ya hevbeş gavan bavêjin û têkiliyên xwe yên li ser bingeha koordîneya meydanî û istîxbaratîbidomînin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî