28 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Yekîtiya Xwendekaran: Em ti carî qebûl nakin ku destwerdan li fakulteyên zimanê

📰 KAPSAMLI RAPOR

QAMIŞLO — Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz biryara Wezareta Perwerdeya Bilind red kir û ragihand ku destwerdana li fakulte û beşên bi zimanê dayikê darbeya li hîmên akademîk e.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz li dijî biryara Wezareta Perwerdeya Bilind daxuyaniyek da.
  • Daxuyanî li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi amadebûneke girseyî ya xwendekaran hat dayîn.
  • Metna daxuyaniyê bi zimanê kurdî ji hêla Ronya Luqman Heyder û bi erebî ji aliyê Sîmav Dirêî Mihemed ve hat xwendin.

Daxuyaniya Li Qamişlo Hat Dayîn

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz, ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya têkildarî Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi amadebûneke girseyî ya xwendekaran hat dayîn, daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla xwendekar Ronya Luqman Heyder û bi zimanê erebî ji aliyê Sîmav Dirêî Mihemed ve hat xwendin.

Mafê Xwendinê bi Zimanê Dayikê

Xwendina bilind û mafê gihaştina zanînê bi zimanê dayikê ku wek nasnameya bingehîn a çand û pêşveçûna me ya akademîk tê dîtin û di nava jîngeh û mercên ku daxwazên civakê pêk tîne, her dem bûne kevirê bingehîn ji bo avakirina siberojeke geş, amadekirina nifşên zana û şareza ku bikarin civakên xwe bi pêş bixin. Avabûna saziyên xwendina bilind li herêmên me di nava 10 salên borî de pêngaveke dîrokî û girîng pêk anî, hêviyên bi hezaran xwendekar û malbatên wan di bidestxistina mafê wan ê xwezayî de, bi xwendineke aram, berdewam li nava bajar û herêmên wan, nîşan da.

Pêşeroja Bûyeran

Îro jî, xwendekar bi navê hemû xwendekarên herêmê, bi dengekî zelal û helwesteke bingehîn tekez dikin ku ew ê ji van biryaran bi awayekî pir giran zirarê bibînin; ji ber ku li seranserê jiyana xwe ya xwendinê bi zimanê kurdî ku zimanê wan ê dayikê ye xwendine, ev mafê wan ê xwezayî û akademîk e ku xwendina xwe ya bilind pê bidomînin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse