NAVENDA NÛÇEYAN — Bexda ji ber nerazîbûnên tund ên DYA’yê nekariye bi awayekê fermî reşnivîsa pêşnûmeya nû ya ‘Desteya Heşdî Şeebî’ pêşkêşî parlamentoyê bike.
- Hikûmeta Iraqê meha borî ji bo fikarên DYA’yê kêm bike, guhertinên girîng di pêşnûmeyê de kirin.
- Hêz û hegemonyaya Heşd Şeebî hate sînordarkirin da ku bi artêşa Iraqê re pêşbaziyê nekin.
- Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê Kerîm Elîwî zext û ‘vetoya Amerîkayê’ bi tundî rexne kir.
Zext û Helwesta Washingtonê
Li gorî raporek ya malpera (Erebî Cedîd), redkirina pêşnûmeya nû ya “Heşd Şeebî” ji aliyê Washingtonê ve berdewame, di heman demê de hikûmeta Iraqê meha borî ji bo ku fikarên DYA’yê kêm bike; hejmarek guhertinên girîng di pêşnûmeya qanûnê de kir.
Li gorî guhertin û sererastkirinên nû, hêz û hegemonyaya Heşd Şeebî kêm bûye. Tevgerên wan di nav bajaran de têne sînordarkirin û jinûve têne organîzekirin da ku ew di warê çekdarkirin û rêxistinî de bi artêşa Iraqê re pêşbaziyê nekin.
Ferqên di Navbera Pêşnûmeyên Berê û Nû de
Ev jî di demekê de ye ku di pêşnûmeyên berê de, ji bo Serokê Heşd Şeebî pileya wezîrtiyê hatibû pêşniyarkirin. Her wisa li gor pêşnûmeyên berê diviyabû endametiya li Komîteya Wezareta Ewlekariya Netewî bide wî û Akademiya Iraqî ya Heşdî Şeebî were damezrandin.
Têkildarî vê metirsiyê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio berê helwesta welatê xwe dubare kiribû ku pejirandina qanûnek wisa dê hegemonyaya Îranê xurt bike û hêza komên çekdar yên ku serweriya Iraqê tehdît dikin, xurt bike.
Bertekên li Iraqê
Li hember van astengiyan, Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Kerîm Elîwî, got ku “vetoya Amerîkayê” rê li ber gihiştina pêşnûmeqanûnê bo parlamentoyê digire, bi tundî zextên Washingtonê û paşvekişandina hinek partiyên siyasî rexne kir.
‘DYA weke welatekê piştgirê terorîzmê li Iraqê dinêre’
Şofêrên Mîsanê 7 r
Pêşeroja Bûyeran
Pêşketin û nîqaşên li ser pêşnûmeya Heşdî Şeebî û zextên DYA’yê yên li ser hikûmeta Iraqê bi hemû aliyên xwe ve berdewam dikin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî