29 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Rê bi hevalan, çiya bi daran bedew e: Perî û Aryen

📰 KAPSAMLI RAPOR

NÛÇE CİWAN — Gava ku mirov rûpelên têkoşîna Perî û Aryen vedike, mirov careke din fêhm dike ku azadî ne tenê armancek e; ew şêwazê jiyana bi pîvan a hevaltiyê ye.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Azadî ne tenê armancek e, ew şêwazê jiyana bi pîvan a hevaltiyê ye.
  • Penûs ne tenê amûreke nivîsandinê ye, ew mifteya deriyê hestan û dengvedana dîroka têkoşînê ye.
  • Di xeleka vê hefteya bernameya Starên Azadiyê de hevaltî û berxwadana du hevreyên leheng, Perî û Aryen tê vegotin.

Rêwitiya cîhana hûndirîn û wateya penûsê

Dema ku her yek ji me penûsê digre nava tiliyên xwe û dest bi rêwitiya cîhana xwe ya hûndirîn dike, kêlî dibe dîrok û dîrok dibe şahidê kêliya herî rast a hebûn û wateya hestan. Ji ber ku ne tenê peyv li ser kaxeza spî tên rêzkirin, ew kite û peyv dibin asoya xeyalên ku mirov di nav de rastiya xwe, civak û dîroka xwe bizane. Bi vegotinek din dibe hêza avakirina cîhaneke nû.

Di wê cîhana hûndirîn de pirrengiya hest, çîrok, bûyer, xeyal, têkoşîn, lêgerîn û berxwedan heye. Lewma her yek dibe rêwitiyek a di navbera ronahî û taritiyê de. Penûs di wê gavê de dibe stûnek ku me di nav bahoza raman û hestan de digire. Ji bo wê jî penûs ne tenê amûreke nivîsandinê ye, ew mifteya deriyê hestan, xaçireka çiyan û dengvedana dîroka têkoşînê ye. Ji ber ku tişta ku ji dil tê, di dawiyê de digihîje dilê her kesê ku guh dide vî dengî.

Çîroka du hevrêyên leheng: Perî û Aryen

Belê; di xeleka vê hefteya bernameya Starên Azadiyê de hevaltî û berxwadana du hevreyên leheng vedibêje. Di vê xeleka bernameya me de, em rûpelên dîrokê vedikin û berê xwe didin çîroka du hevrêyên leheng; Perî û Aryen. Her du leheng ji zimanê hevrêtî û bîranînan herikîn nava roja me ya îro, ne tenê weke bîranîneke di nava rûpelan de mayî, her yek ji wan bi xwe bûn rûpelek ji wêjeya berxwedanê, bûn neynika pênûsa cîhana me ya hûndirîn.

Gava ku heval û hogiran behsa Perî – Şîrîn Akbulut dikirin, mîna behsa dilovaniya hevrêtiyê û bi ser de jî helwesta çiyayî ya ku li hemberî her cûre tarîtiyê serî natewîne, dikin. Wê bi kenê xwe yê germ û bi baweriya xwe ya pol

Pêşeroja Bûyeran

Têkoşîn û bîranîna Perî û Aryen wekî rûpelek ji wêjeya berxwedanê ronahiyê dide ser riya azadî û hevaltiyê, û ev nirx di bernameya Starên Azadiyê de bi hemû hûrguliyên xwe tên domandin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse