RAPERÎN-ROJNEWS — Bi hatina yekem barana payîzê re, cotyarên îdareya Raperînê dest bi dirûtina berhemê birinc kirine. Cotyar dibêjin: “Ji ber barana zêde, berhemê îsal başe û xwestekek zêde li ser birincê Pişder heye. Pêwîste hikûmet di hemû aliyan de hevkariya cotyaran bike.” Salane çeltok yan jî birinc di meha Gulanê de tê çandin û di dema gihiştinê de jî tê dirûtin.
- Bi hatina yekem barana payîzê re, cotyarên îdareya Raperînê dest bi dirûtina berhemê birinc kirine.
- Salane çeltok yan jî birinc di meha Gulanê de tê çandin û pêwîstiya wê bi avdaniyek zêde heye.
- Cotyar Mihemed Omer diyar kir ku wan îsal 10 donim xistiye birinc û berhem ji ber barana baş gelek baş e.
Çandiniya Birinc li Devera Pişder
Bi hatina yekem barana payîzê re, cotyarên îdareya Raperînê dest bi dirûtina berhemê birinc kirine. Cotyar dibêjin: “Ji ber barana zêde, berhemê îsal başe û xwestekek zêde li ser birincê Pişder heye. Pêwîste hikûmet di hemû aliyan de hevkariya cotyaran bike.” Salane çeltok yan jî birinc di meha Gulanê de tê çandin û di dema gihiştinê de jî tê dirûtin. Birinc pêwîstiya wê bi avdaniyek zêde heye. Ger avek zêde nebe berhemê birinc baş çênabe. Lê ji ber baran barîna îsal berhemê birinc li devera Pişder ya îdareya Raperîn baş bû.
Agahiyên Derbarê Çandinî û Cûrên Birinc de
Di derbarê berhemê îsal yê birinc de, cotyarê bi navê Mihemed Omer ê xelkê gundê Sultanedê yê devera Pişdere, got: “Birinc bi du cûran tê çandin. Bi tov di despêk û naverasta meha Gulanê de, bi şitil jî di despêka meha hezîranê ta naverasta hezîranê tê çandin. Di navbera 15-20’ê meha cotmehê de jî dest bi dirûtina wê tê kirin.” Mihemed diyarkir ku cûrên birincê yê ku ew diçînin birincê Girde û Nesrî ye. Mihemed got: “Cûrê Nesrî jî du cûrên wê hene, yê bêbehn û bêhnder. Evê em diçênin yê bêhnder û lib dirêje. Birinc pêwîstî bi xizmetek zêde heye. Dema nû tê çandin pêwîste dermanê bijar û kîmyawî lê bêkirin. Me îsal 10 donim xistiye birinc. Spas ji xwedê re ji ber barana baş berhemê îsal gelek başe.”
Pêşeroja Bûyeran
Di dewamê de Mihemed Omer got: “Piştî dirûna birinc, em dibin cihekî û çend rojan radixin da ku ziwa bibe. Ji bo ku dema birinc biçe aş neşikê, divê baş ziwa bibe. Li gorî kalîteya birinc û tîna tavê ev kar 10 heta roja dawî berdewam dike.”
Çavkanî: Rojnews Kurmancî