29 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Bazirganên Iraqê ji zêdekirina bac û gumrikê nerazîne

🔴 FLAŞ HABER

NECEF — Bazirganên Iraqê jiber zêdebûna bac û bargiraniyê nerazîne, diyar kirin ku ji ber zêdebûna bac û gumrikê ziyanek mezin dîtine û kelûpelên wan nayên firotin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Bazirgan daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku tedbîrên hatine girtin carek din di berçavan re derbaskin.
  • Nûnerê Bazirganên Iraqê Emîr Mendelawî ragihand ku divê piştgiriya bazirganan ya ji bo berhemên nîştimanî bê kirin.
  • Bazirgan Elî Hesnawî jî li ser mijarê axivî û bal kişand ser bandorên vê pirsgirêkê.

Zêdebûna bac û gumrikê ziyanê dide bazirganan

WEZAH CEWAD-NECEF Bazirganên Iraqê jiber zêdebûna bac û bargiraniyê nerazîne, diyar kirin ku ji ber zêdebûna bac û gumrikê ziyanek mezin dîtine û kelûpelên wan nayên firotin. Daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku tedbîrên hatine girtin carek din di berçavan re derbaskin û mafên bazirganan parastî bin. Bazirganên Iraqê di derbarê zêdekirina bac û gumrikê her wiha ziyana wêya li ser hemwelatiyan ji ajansa me re axivîn.

Guman li ser mekanîzmayên efûkirina gumrikê hene

Nûnerê Bazirganên Iraqê Emîr Mendelawî da diyarkirin ku divê piştgiriya bazirganan ya ji bo berhemên nîştimanî bê kirin daku di pêşengiya kiryaran de bin. Emîr got: “Hinek ji kargehên navxweyî, tevî ku ji efûkirina gumrikê sûdmend dibin jî, lê nêzîkî ji sedî 95’ê berhemên xwe bi rêya hawirdekirinê peyda dikin. Ev yek jî guman û pirsan li ser mekanîzmayên cîbicîkirina wan efûkirinan çêdike.”

Daxwaza yekxistina tedbîrên bac û gumrikê

Her wiha Emîr Mendelawî bal kişand ser daxwazên bazirganan û da zanîn ku ji ber gêdanbûnên xwe yên bazirganî û peydakirina kar ji bo hezaran kesan, ew rûbirûyî ziyanên mezin dibin. Emîr got: “Ji ber vê yekê, em daxwaz dikin ku tedbîrên bac û gumrikê werin yekxistin û kargehên Iraqî bi awayekî werin amadekirin ku bikaribin hewcedariyên bazarê peyda bikin. Li gel ferzkirina xercên parastinê yên plankirî li ser hinek berhemên hawirdekirî, bi awayekî ku hevsengiyê di navbera piştgirîkirina pîşesaziya navxweyî û parastina bazirganan de pêk bîne.”

Pêşeroja Bûyeran

Bazirganê bi navê Elî Hesnawî jî li ser mijarê got: “Bandorên vê pirsgirêkê di heman astê de dighê” û lêkolîn û xebatên têkildarî vê pirsgirêkê li herêmê berdewam dikin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse