30 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Bîlmez: Mafê Hêviyê mafekî hiqûqî ye, ne qencî ye!

🔴 FLAŞ HABER

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez ku di mijara Mafê Hêviyê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da, bi gotina “Mafê Hêviyê mafekî hiqûqî ye, qenciyek nîne” nuqteya dawî li nîqaşên li ser statuya muwekîlê xwe danî.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku Mafê Hêviyê mafekî hiqûqî ye û qenciyek nîne.
  • Siyaseta Kurd û tevgera Kurd statuya Abdullah Ocalan û bicihanîna biryara DMME’yê wekî mercên muzakereyê dibîne.
  • Parêzer Bîlmez bi bîr xist ku Tirkiye berpirsyar e ku van mafên hiqûqî û navneteweyî bi cih bîne.

Nîqaşên li ser statuyê û helwesta desthilatdariyê

Ji ber ku gavên divê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bêne avêtin ji aliyê desthilatdariya siyasî ve tê derengkirin, ev mijar bû mijara nîqaşê. Ji destpêka pêvajoyê û vir ve siyaseta Kurd û tevgera Kurd destnîşan dike ku statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bicihanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser mafê hêviyê ji mercên muzakereyê ne ku nebe nabe. Lê belê di Qanûna Çarçoveyê de hate ragihandin ku kesên beriya 2005’an ceza li wan hatiye birîn wê nikaribe sûdê jê werbigirin û Serşêwirmendê Serokkomar Mehmet Ûçûm têkildarî statuya Ocalan got, wê statuya hikumxwariyê neguhere û dema înfazaê jî neyê betalkirin. Ev yek bû sedema rageşiyê. Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez ku di mijara Mafê Hêviyê de hefteya derbasbûyî serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) da, li ser mijarê ji ANF’ê re axivî. Bîlmez diyar kir ku Mafê Hêviyê qenciyek nîne, lê belê mafekî hiqûqî ye ku Tirkiye berpirsyar e ku bi cih bîne.

Mafên ku hiqûqa navneteweyî nas dike

Bîlmez bi bîr xist ku mafên muwekîlê wan Abdullah Ocalan hene ku hem hiqûqa Tirkiyeyê hem jî hiqûqa navneteweyî nas dike, lê belê ev maf jê re nayê dayin. Bîlmez anî ziman ku ji van mafan a herî girîng biryara Hêviyêye ku DMME’yê sala 2014’an biryar li ser da û got, “Di vê biryarê de bi şênbe

Pêşeroja Bûyeran

Parêzer Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir ku Tirkiye di çarçoveya hiqûqa navneteweyî û biryarên DMME de mecboure gavên pêwîst biavêje û ev mijar bi ti awayî nayê wateya dayîna qenciyekê.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse