HELEBCE — Beşdarên Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê diyar kirin ku festîval derfeteke ji bo vejandina berhemên Kurdî û veguhestina vê çandê bo nifşê nû û gotin; “Jin di parastina mîrata çandî de xwedî roleke mezinin.”
- Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê wekî derfeteke ji bo vejandina berhemên Kurdî tê nirxandin.
- Jiyan Ehmed da zanîn ku wan di sala 2004’an de dest bi baxçevaniyê kiriye û hîn jî berhemên cûr bi cûr hildiberînin.
- Beyan Mistefa destnîşan kir ku jinan berê gelek girîngî didan berhemên xwemalî û ev kevneşopî ji nifşên berê girtine.
Rola Jinan di Veguhestina Çandê de
Jinên beşdarên Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê li ser rola jinan di parastin û veguhestina berhem û xwarinên Kurdî bo nifşê nû, her wiha girîngiya van berheman wekî beşek ji nasname û mîrata çandî ya Kurdî ji ajansa me Rojnews’ê re vegotin.
Hilberîna Xwemalî û Dîroka Baxçevaniyê
Jiyan Ehmed, yek ji jinên ku bi berhemên xwemalî beşdarî Festîvala Hinar û Payîzê ya li Helebceyê bûye da zanîn ku berê, xelkê her tiştî bi destên xwe çêdikirin, ji ajalan bigire heya çêkirina mast û penîr û got; “Wê demê çandinî pir berfireh nebû. Belkû berhemên genim û ceh çavkaniya debara xelkê bûn. Me di sala 2004’an de dest bi baxçevaniyê kir. Em hîn jî hinar, tirî û berhemên cûr bi cûr hildiberînin û bikar tînin.”
Parastina Nasname û Dîroka Gel
Jiyan Ehmed tekez dike ku parastina berhemên Kurdî ne tenê parastina xwarinên kevneşopî ye. Ew di heman demê de parastina nasname, çand û dîroka gele. Lêbelê, fêrkirina van huneran ji nifşê nû re û parastina van berheman berpirsiyariyek hevpare û dayik di vî warî de rolek girîng dileyîzin.
Pêşeroja Bûyeran
Her wisa ji beşdarên festîvalê Beyan Mistefa jî hest û dîtinên xwe bi van gotinan bi ajansa me re pave kir; “Jinan berê gelek girîngî didan berhemên xwemalî. Ji vexwarinan bigire heta çandiniyê, me ev kevneşopî ji nifşên berê girtine.”
Çavkanî: Rojnews Kurmancî