AMED — Mars an jî Behram yek ji 10 gerstêrkên pergala tavê ango ya rojê ye ku bi sedan sal in bûye sembola xebatên me yên li fezayê û bi teoriyên xwe yên balkêş bala mirovahiyê dikişîne ser xwe.
- Mars an jî Behram yek ji 10 gerstêrkên pergala tavê ango ya rojê ye.
- Li gor teoriyekê, jiyan beriya ku bê Dinyayê, pêşî li ser Marsê dest pê kiriye.
- Heke teorî rast be, dibe ku di pêşerojê de mirovahî here û olîmpiyatên xwe yên 2040’an li Marsê li dar bixe.
Teoriya Marsê û Eslê Jiyanê
Mars an jî Behram yek ji 10 gerstêrkên pergala tavê ango ya rojê ye. Bi sedan sal in, Mars bûye sembola xebatên me yên li fezayê. Gelo, çima mirovahî ewqas bala xwe dide Marsê? Tiştek li wê derê heye û me bi ber xwe ve dikîşîne. Ew tişt jî “teoriya Marsê ya ku ew der cihê bav û kalên me ye”. Li gor teoriyekê, jiyan beriya ku bê Dinyayê, pêşî li ser Marsê dest pê kiriye. Teorî wiha vedibêje; Kevirekî asîmanan li Marsê ketiye û jiyana wir tarûmar kiriye. Piştre perçeyek kevir ji Marsê mîkro-organîzma veguhastiye bo dinyayê. Bi vî awayî li ser rûyê Erdê jiyanê rû daye û em heta vê rojê hatine. Her çendî ev teorî nehatibe piştrastkirin jî bi rastî mêjiyê mirov tevlîhev dike. Heke em li gor teoriyê biçin, nexwe Mars, cihê bav û kalên me ye. Lewma, em ewqas ji Marsê hez dikin û wê wek sembola fezayê dibînin.
Mala Me ya Rastîn: Mars
Heke teorî rast be, nexwe em hemû Marsî ne! Ango esl û feslê me ji Marsê hatiye. Mars mala me ye û divê em biçin wir û li cihê bav û kalên xwe bi cih bibin. Lazim e, em baş li xaka xwe binêrin û li wir jiyanekê ava bikin. Ji ber ku Mars xaka kalikên me ye. Kî dizane, dibe ku di pêşerojê de mirovahî here û li mala xwe ya rastîn rûnê û çaya xwe vexwe. Kî dizane, belkî li wir birayên me li benda me ne. Heke em biçin jî em bawer dikin dê birayên me, bi awayekî xweş pêşwaziya me bikin. Egera teoriyê xurt e û heke wisa be, dibe ku em olîmpiyatên xwe yên 2040’an li Marsê, li mala bav kalên xwe li dar bixin.
Pêşeroja Bûyeran
Em ji vê yekê bawer dikin ku hemû mirovahî dixwaze birayên xwe yên Marsî nas bike. Lêbelê, heke teorî derew derkeve; wê hêviyên mirovahiyê bişikên û êdî hewla wê ya bo vedîtina Marsê kêm bibe, an jî ji holê rabe. Ji ber ku mirovahî dê bêje; G
Çavkanî: Çandname