QAMIŞLO — Roja 27’ê mehê Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî ya hikumeta veguhêz a Sûriyê biryarek li ser zanîngehên Rojava û Kobanî da û Zanîngeha Rojava wekî şaxeke Zanîngeha Firatê pênase kir, ku ev yek bû sedema bertekên tund ji aliyê xwendekar û mamosteyan ve.
- Zanîngeha Rojava ji aliyê hikumeta veguhêz ve wekî şaxekî Zanîngeha Firatê hate pênasekirin.
- Mamoste û endama Navenda Lêkolînan a Zimanê Kurdî Mizgîn Hesen biryar wekî asîmîlasyon û şibandina siyaseta Kembera Erebî bi nav kir.
- Biryar gelek fakulteyên sereke yên wekî tib, endezyariya çandinî û petrokîmya li derveyî hevyazbariyê dihêle.
Em vê biryarê wekî asîmîlasyon û helandinê dibînin
Mamoste û endama Navenda Lêkolînan a Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Rojava Mizgîn Hesen ji bo ANHA’yê axivî û biryara Wezaretê red kir. Mizgîn Hesen diyar kir ku divê aliyên peywendîdar careke din li biryarê vegerin û wiha dom kir: “Em wekî mamoste û xwendekar helwesta xwe nîşanî aliyên peywendîdar didin. Bila careke din li biryara xwe vegerin. Ji ber ku ev biryar em nikarin navê wê bikin entegre, ev asîmîlasyon û helandin e. Çima? Yek ji daxwazên sereke yên me zanîngeha me wekî zanîngeheke serbixwe were naskirin. Lê wekî ji biryarê jî xuya ye, zanîngeh wekî şaxekî Zanîngeha Firatê tê entegrekirin. Di heman demê de nasnameya zanîngehê li ber çavan nayê girtin ku ziman û nasnameya wê kurdî ye.”
Kadroyên pêwîst ên herêmê û mafên xwendekaran hatine binpêkirin
Mizgîn Hesen da xuyakirin ku di biryara hevyazbariya 2026-2027’an a sala xwendinê de gelek fakulteyên zanîngeha Rojava tev li hevyazbariyê nebûne û got: “Wekî fakulteya tibê û ya endezyariyên çandinî, petrokîmya û gelek fakulteyên din. Ku ji herêmê re kadroyên wan pêwîst in. Ev li ber çavan negirtine. Tenê di çarçoveya 2 fakulteyan de hatiye girtin, ew jî zanistên mirovî, wêje û perwerde ne. 4500-5000 xwendekaran xwe li Zanîngeha Rojava tomar kiriye. Ew qas xwendekar naxwazin bibin mamoste. Ên mayî dixwazin bibin siyasetmedar, bijîşk, lêkolîner, endezyar.”
Ev biryar berdewamiya siyasetên rejîma Baasê ye
Mizgîn Hesen di dawiya axaftina xwe de ev biryar şiband biryarên rejîma Baasê û got: “Di dema rejîma Baasê de jî biryarek li ser herêma me hatibû dayîn. Wekî herêmên dûr û kêm dihatin hesibandin. Bi siyasetên wekî Kembera Erebî nasnameya herêmê bi tu awayî li ber çavan nedihat girtin. Niha jî ligel ku zimanê kurd…
Pêşeroja Bûyeran
Li dijî biryara Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Sûriyê ku Zanîngeha Rojava kiriye şaxê Zanîngeha Firatê, helwesta xwendekar û mamosteyan dewam dike û tê xwestin ku ev biryara ku wekî asîmîlasyon û siyaseta Kembera Erebî tê binavkirin, demildest bê betalkirin.
Çavkanî: Diyarname