Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Endamên koma muzîkê ya BaBa Zula: “Ji Anatolî heta bi Mezopotamyayê bi hezaran mirovên me mirin. Em kêfxweş in ji ber ku kes namirin, lê belê edalet nebe aştî jî nabe.”
Dîlan Cûdî Sarûhan di pêvajoyê de bal kişand ser rola hunermendan û diyar kir ku divê civak xwedî li hunermendan, hunermend jî xwedî li civakê derkevin. Sarûhan got, “Axaftina li ser aştiyê tiştekî cidî ye û pêwîstiya xwe bi nêzîkatiyeke wêrek heye.”
Çavkanî: ANF Kurmancî