AMED — Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û qonaxa niha ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku di pêvajoyê de xitimîneke cidî heye.
- Divê pêvajoya aştiyê bi polîtîkayên ewlekariyê re neyê sînordarkirin.
- Di qonaxa niha de xitimîneke cidî heye, pêvajo ji demê re tê hiştin.
- Qanûna çarçoveyê di Meclîsê re derbas bû, lê ji bo bikeve meriyetê hîna Desteya Ewlekariyê ya Millî (MGK) biryar nedaye.
Daxwazên Kurdan tên paşxistin
Meral Daniş Beştaş diyar kir ku divê pêvajoya aştiyê bi polîtîkayên ewlekariyê re neyê sînordarkirin û got, “Di qonaxa niha de xitimîneke cidî heye, pêvajo ji demê re tê hiştin.” Meral Beştaş ragihand ku daxwazên Kurdan ên ji bo azadî û mafên demokratîk di nîqaşên siyasî de tên paşxistin û got, ji bo çareseriya mayînde divê sererastkirinên hiqûqî bikevin meriyetê û di aliyê demokratîkbûnê de gavên şênber bên avêtin.
Hikûmet ne xwedî îradeya siyasî ye
Beştaş diyar kir ku qanûna çarçoveyê di Meclîsê re derbas bû, lê ji bo bikeve meriyetê hîna Desteya Ewlekariyê ya Millî (MGK) biryar nedaye û bilêv kir ku di pêvajoyê de hikûmet ne xwedî îradeya siyasî ye. Beştaş destnîşan kir ku divê îradeya siyasî veguhere gavên şênber û hiqûqî û got, “Di pêvajoyê de îradeyek tê nîşandan; geşedanên girîng hene, qanûna çarçoveyê heye, beriya wê komîsyona Meclîsê heye. Lê belê ji bo ev bigihije zemînekî hiqûqî, derengbûneke cidî heye û ji demê re tê hiştin. Em vê dibînin û niha meseleya ku herî zêde di raya giştî de tê nîqaşkirin, ev e.
Li aliyekê qanûna çarçoveyê nayê bicihanîn, li benda biryara MGK’ê dimînin. Li aliyê din rapora komîsyona Meclîsê nakeve meriyetê. Aştî bi berpirsyarî û gavên beramber pêkan e. Hikûmet û desthilatdarî divê berpirsyariya xwe taloq neke.”
Pêşeroja Bûyeran
‘LI SER ÎRADEYA MECLÎSÊ MEKANÎZMAYEKE BIRYARÊ YA NÛ HATE AVAKIRIN’ – Meral Daniş Beştaş di dewamê de ev tişt jî got, “Qanûn di Meclîsa Gelê Mezin a Tirkiyeyê de ye. Di encamê de îradeya gel a herî bilind, çavkaniya jiyanê ye. Em h
Çavkanî: ANF Kurmancî