12 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Frankfurtê weşanger, nivîskar û saziyên çandê yên ji welatên cuda yên cîhanê gihand hev.

Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Frankfûrtê ya 78’emîn ku 7’ê Cotmehê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê destpê kir, êvara 11’ê Cotmehê bi dawî bû. Fûarê ji welatên cuda yên cîhanê gelek weşanxane, wêjevan, saziyên çandê, rojnamevan, akademîsyen û nûnerên sektora weşangeriyê gihand hev.

4 hezar û 131 beşdar tevlî fûarê bûn. Di çarçoveya bernameya fûarê de 3 hezar û 600 çalakî hatin lidarxistin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse