ROJNEWS-HELEBCE — Festîvala Hinar a Helebceyê bûye rêyek bihêz ji bo nasandina berhemê baxevanên deverê û ji piştî kîmyabarana Helebceyê ve, hinar ji bo nasandina bajêr bûye sembolek.
- Hinarên Helebceyê di asta Herêma Kurdistan û Iraqê de bûne marka.
- Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce di roja xwe ya çarem de dewam dike.
- Baxevan daxwaz dikin ku hikûmet di warê peydakirina mazot û dermanan de alîkariya wan bike.
Ji Kîmyabaranê Heya Sembola Bajêr
Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce di roja xwe ya çarem de dewam dike, xwediyên baxan û berhemên xwemalî ji bo nasandin û firotinê bi berhemên xwe tevlî festîvalê bûne. Rêvebirê Giştî yê Çandiniya Helebceyê têkildarî mijarê diyar kir ku hinarên Helebceyê di asta Herêma Kurdistan û Iraqê de bûne marka, lê ji bo Ewropa karek zêdetir pêwîst dike heta bikarîn berhemê xwe bi wan jî bidin nasandin. Wek baxevan dibêjin, ji piştî kîmyabarana Helebceyê ve, hinar ji bo nasandina bajêr bûye sembolek.
Nêrîn û Daxwazên Cotyaran
Baxevanê bi navê Ednan Heme Seîd ku bi berhemên xwe tevlî festîvalê bûye, di derbarê giringiya festîvalê de got: “Organîzekirina vê festîvalê gelek giringe û ji bo me cotyaran piştgiriyek başe. Em berhemên xwe bi xelkê didin nasandin û em jî sûd jê dibînin.” Ednan Heme Seîd daxwaz kir ku hikûmet di warê peydakirina mazot û dermanan de jî alîkariya cotyaran bike û got: “Berhemê îsal yê hinar kême, lê di aliyê kalîteyê de gelek başe.”
Xwesteka Li Ser Hinarên Helebceyê
Cotyarê bi navê Yasîn Seîd jî bi berhemên xwe yên xwemalî tevlî festîvalê bûye. Yasîn jî li ser giringiya festîvalê got: “Ev festîval ji bo me cotyaran gelek taybete. Ji berku salane ji bo me bûye cihê firotina berhemê hinar û xwestekek zêde li ser hinar heye. Ji piştî tawanê kîmyabarana Helebceyê ve, niha hinar bajêr kiriye sembolek gelek ciwan. Hinarên me wisan lêhatine ku li Ewropa û dervey welat xwestekek taybet li sere.”
Pêşeroja Bûyeran
Festîvala Hinar a Helebceyê ku di roja xwe ya çarem de dewam dike, ne tenê derfeteke firotin û nasandinê ji bo cotyaran diafirîne, di heman demê de bûye nîşaneke berxwedanê û sembola vejîna bajêr piştî kîmyabaranê.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî